Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê 29 berpirs û 3 navendên rejîma Îranê tehrîm dike

17:54 - 9 Kanûna pêşîn 2022

Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de ragihandin, bi sedema mifahvergririna rejîma Îslamî li zorê li hember xwenîşandanên aştiyane yên xelkê serhildayî yên Îranê, ew dê 29 berpirs û 3 navendên rejîmê tehrîm bike.

“Josep Burrell” di daxuyaniyekê de ragihand, em piştgiriyê didin mafê gelên Îranê ku bi awayê aştiyane xwenîşandanê dikin û daxwazkariyên xwe bi awayê azad tînin ziman.

Her di vê pêwendiyê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Firansayê “Anne Claire Legend” jî, roja Pêncşemî 17`ê Sermawezê ji nûçegihanan re got: Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê dê li ser rêzek nû ya tehrîmên li dijî berpirs û navendên rejîma Îranê ku di serkutkirina xwenêşanderên Îran de û herwisa navendên ku di şandina dronên xweteqîner bo Rûsyayê bo şerê li dijî Ukrayînê de rol hebûne, gengeşe û lêkolîn bikin.

Herwisa du çavkaniyên dîplomatîk jî, ji nûçegihaniya “Reuters”ê re ragihandine, çavnhêrî tê kirin ku tehrîmên nû roja Şemiya bê li dijî Îranê bê pejrandin.