Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî îdamkirina Muhsen Şikarî, Brîtanya û Kanadayê berpirsên rejîma Îranê ceza dan

17:58 - 9 Kanûna pêşîn 2022

Piştî rojekê ji îdamkirina Muhsen Şikarî, Brîtanya û Kanadayê 32 berpirsên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji wan dezgehên dadwerî, saziyên girtîgehan û hêzên Întizamî ceza kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya “Reuters”ê, sizayên hikûmeta Kanadayê roja Înê 18ê Sermawezê hatine pejirandin ku 22 berpirsên rejîma Îranê tê de hene.

“Mêlaniya Colî”, Wezîra Derve ya Kanadayê di vê derheqê de gotiye: “Pêwîst e karên zêdetir bêne kirin, lê Kanada ti carî ji helwêsta xwe ya mafê mirovî kêm nayêne.”

Cezayên nû yên Brîtanîyayê jî roja Înê 18ê Sermawezê hatin pejirandin û bi gotina “Cêymiz Kilorlî”, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê, ew tehrîmane 10 berpirsên rejîma Îranê yên binpêkerên mafê mirovî li Îranê li xwe digire.