Bi hilkefta roja cîhanî ya li dijî gendelî ya mafê mirovî, Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê 40 kes ku sê ji wan berpirên rejîma Îslamî ne û di serkutkirina xwenîşanderên Îranê de dest hebûne tehrîm kir.
Roja Înê 18`ê Sermawezê Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayî di daxuyaniyekê de ragihand, Fermanderê Hêza Întizamî yê Kirmaşanê “Elêekber Cewadiyan” bi tawana serkutkirin û kuştina xwenîşanderan û zarokan, Fermanderê Hêza Întizamî yê Çarbiharê, “Îbrahîm Koçekzayî” bi tawana destdirêjî li ser keçka temen 15 salî ya belûç û Berpirsê Girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê “Elahkerem Ezîzî” jî bi tawana serkut û îşkencekirina girtiyan, bi rêza tehrîmên xwe zêde dike.
Hevdem, “Brian Nelson”, Cihgrê Karûbarê têrorîsmê yê Wezareta Xezînedariya Amerîkayê jî ragihand, sedema sepandina van sizayan, xistina givaşan li ser kesên gendel û binpêkerên mafên mirovan e ku, bi hev re di binpêkirina sîstema aborî ya cîhanî de bûne alîkar.
Amerîkayê heya niha di 5 paketên tehrîman ya mafê mirovî de, dezgeha serkut a rejîma Komara Îslamî ku heya niha aliyê kêm 470 xwenîşander ku 63 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de bûne şehîd kirine, kiriye armanc.
Herwisa pêka wan tehrîmên nû yên Amerîkayê, berpirsên rejîmê yên ku hatine tehrîm kirin mafê seredana Amerîkayê tunînin û darayên navendên tehrîm kirî jî pêşî jê tê girtin.