Organa komek ji çalakvanên mafê mirovî ya bi navê Hêranayê daye zanîn, ji 26`ê Xermananê heta 16`ê Sermawezê, 481 xwenîşander di xwenîşandanên seranserî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine şehîdkirin ku, 68 ji wan temenê wan bin 18 saliyê ye.
Pêka amara “Hêrana”yê, di serhildana seranserî de, heta niha 18,242 xwenîşander ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve hatine hinçavkirin û tenê nasnameya 3,670 kesan eşkere bûye.
Herwisa “Hêrana”yê ragihandiye, heta niha 605 xwandekar di meşa xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de hatine binçavkirin û li ser hev 1162 kombûnên nerizayetî di nav bajar û zanîngehan de hatine lidarxistin.