Şeva derbasbûyî 18`ê Sermawezê welatiyên serhildêr li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwenîşandanên xwe li derheq cinayetên rejîmê berdewam kirin.
Li bajarên ku xwenîşandan wir berdewam bûn, jin û keç û kurên bivêr bi dana siloganan li dijî rejîma Îranê û rêberê wê rejîmê li hember hêzên rejîmê sekinîn.
Li bajarê “Tehran”ê xelkê wî bajarî li derheq bidarvekirina “Muhsên Şikarî” xortê serhildêr ku ji aliyê rejîma Îranê ve di dadgehek nedadperwerane de hat şehîdkirin rijiyane ser şeqaman û li dijî wê cinayetê û cinayetên din yên rejîmê silogan dan.
Herwisa li bajarê “Ehwaz, Rizwanşehir, Tehran, Yasûc” û çendîn bajarên din binkeyên besîcan, ofîsên melayên rejîmê, dekelên moxabiratan, wêne û hêmayên rejîma Îranê” şewitandin.
Ji aliyek din ofîsa besîcan ya li zanîngeha “Şerîf” li bajarê “Tehran”ê hat şewitandin.
Herwisa li bajarên Rojhilatê Kurdistanê tevî hebûna xwenîşandanan û berdewambûna welatiyan li ser şeqaman, li bajarê “Dereşar” a girêdayî bajarê “Îlam”ê ciwanên bivêr êrîş kirine ser navenda “Deng û Reng”ê rejîmê û şewitandin, û ji aliyek din peykera “Besîcan” li nava bajêr de ku rejîm weke hêmayekê jê mêze dikir şikandin.
Herwisa li piraniya bajaran welatiyan li dijî rejîmê li ser der û dîwarên bajar silogan nivîsandin.