Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Australia dorpêçên nû xistine ser çend karbidest û rêkxiravên rejîma Îranê

11:53 - 10 Kanûna pêşîn 2022

Wezîra Derve ya “Australia” yê ragihand, bi sedema binpêkirina berdewam a mafê mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve, du rêkxirav û 13ê berpirsên Îranê xistiy nava lîsteya dorpêçan.

Nûçegihaniya “Reuters”ê roja Şemî 19`ê Sermawezê “Pênî Yang” Wezîra Derve ya “Australia”yê di raporekê de ragihand, dewleta “Australia”yê bi sedema tepeserkirina xelkê serhildêr yên Îranê û binpêkirina berdewam a mafê mirovan dorpêçên nû xistine ser 13 berpirsên rejîma Îranê û du rêkxiravên “Besîcan û polîsê parastina Exlaq”.

Herwisa Wezîra Derve ya “Australia”yê got, welatê wê hin dorpêçên din xistine ser sê kes û kompaniyayek din yên Îranê ku di şandina dironan bo welatê “Rûsiyê rola hebûne”.