Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balyozê Almaniyayê yê li Tehranê bo Wezareta Derve ya rejîmê hat gazî kirin

12:00 - 10 Kanûna pêşîn 2022

Wezareta Derve ya rejîma Îslamî di bertek nîşandan bi gotinên rayedarên Almaniyayê yên li derheq guherînkariyên hunrî Îranê û piştevanîkirina Almaniyayê ji xwenîşandanên aştiyane yên Îranê, baloyêz wî welatî yê li Tehranê “Hans Odo Motsel”, gazî kir.

Her di vê pêwendiyê de, Nûçegihaniya “ÎRNA” ya girêdayî rejîmê belav kiriye ku di vê hevdîtinê de, nerazîbûna tund a Tehranê li hemberî  binav "berdewamiya destwerdanên neqebolkirî" yên Almanyayê di karûbarên hundr yên Îranê de ji balyozê wî welatî re hatiye ragihandin.

Herwisa  serokwezîrê Almanyayê “Olaf Schulz” jî ji bo piştgîrî dan bi xwenîşanderên Îranê got ku, divê Berlîn girîngiyê bide bi binpêkirinên mafên mirovan.