Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalid Ezîzî: Em ji bo berfirektirkirina zêdetir a xebat li dijî rejîma Îranê tekoşînê dikin

16:21 - 1 Kanûna pêşîn 2022

Roja Çarşemî 9`ê Seramwezê şandeke Rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya “Xalid Ezîzî” Berdevkê Hizbê seredana Partiya Kedkar û Rencderan a Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kir û ji aliyê “Bapîr Kamela” Sekreterê Partiya Kedkar û Rencderan û endamê Mekteba Siyasî pêşwazî ji wan hat kirin.

Di vê hevdîtinê de, şanda Partiya Kedkar û Rencderan a Kurdistanê tevî nîşandana dilxweşiya xwe li derheq vê seredanê, li ser komek mijarên pêwendîdar bi rewşa niha ya Herêma Kurdistan û aloziyên navçeyê axavtin.

Herwisa piştire “Xalid Ezîzî” li ser serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îran û bandorên vê li asta navçe û navdewletî de basek giştî kir.

Her di vê pêwendiyê de, navbirî li derheq hewlên Hizba Demokrat bo pêkanîna koma dengê aliyên Kurdistanî û Îranê û gihandina dengê serhildana xelkê ji korr û komên navdewletî û giştgîrkirina xebatê li dijî rejîma Îranê bas kir.

Di vê hevdîtinê de, serkirdayetiya Partiya Kedkar û Rencderana Kurdistanê, rola Hizba Demokrat di tevgera neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê de bilind û berpirsane nirxand û li ser berdewambûna pêwendî û alîkariyên di navbera herdu aliyan de tekez kirin.