Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveberiya Partiya Demokrat: Kurdistan di serhildana nû ya gelên Îranê ya li dijî Komara Îslamî a Îranê de, rola taybet û girîng dilîze

12:38 - 10 Kanûna pêşîn 2022

Navenda Birêvebriya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi dana berhev a rewta nêzî sê mehan a serhildana “Jîna”yê ya li dijî rejîma Komara Îslamî a Îranê, cih û pêgeha Kurdistanê di vê serhildanê de bilind û bê mînak nirxand.

Roja Înê, rêkevta 18`ê Sermaweza 1401`an(9`ê Kanûna Pêşîn a 2022`an), bi beşdariya endamên Navenda Birêveberî û cêhgirên Navendên Hizbê, Birêveberiya PDKÎ kombûnek li derheq bi dana berhev a serhildana nû ya gelên Îranê li dijî dîktatoriyê li Îranê lidar xist.

 Kombûna Navenda Birêveberiya Hizbê, bi ragirtina bîstek bêdengî bo rêz girtin li riha pak a şehîdan destpê kir û Berdevkê Hizbê, “Xalid Ezîzî” basek siyasî pêşkêş kir û bi rewta serhildanê û rola xelkê Kurdistanê îşare kir û helwest û siyasetên Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, siyaset û pîlanrêjiyên rejîma Komara Îslamî yên li destpêka serhildanê heta niha, êrîşa mûşekî û dronên xweteqîner yên Spaha Pasdaran yên li dijî binkeyên partiyan û derfetên li berahîka Kurd û tevgera Kurdistanê, hizr û raman û dîtingehên pêkhateyên cuda yên xelkê Kurdistanê li hember xelkê Kurdistanê û herwisa çawaniya rewta berdewambûna serhildanê û erka Hizbê û tevgera Kurd beşa sereke ya axavtinên Berdevkê Hizbê bûn.

Navenda Birêveberiya Hizbê di kombûnê de, rol û bandora Kurdistanê di serhildanê de, weke yek ji destkevtan dest nîşan kir ku, şiyaye hem ji aliyekî derfetê bo Kurd û tevgera vê biafirîne û hem jî ji alkiyek din ve erk bixîne ser milê Hizbê û aliyên siyasî. Her di vê pêwendiyê de, Navenda Birêveberiya Hizbê hevdem digel destnîşankirina rol û beşdariya tex û qatên civaka Kurdistanê di vê serhildanê de, bi dana xuya ya rola jin, ciwan, dersxwan, mamosteyên ayînî, xwandekar û kasbikaran bilind nirxanid û giştgîrî û cemawerîbûna serhildanê barimeteya berdewam heta serkevtinê da zanîn.

Dîtingeh û hizra nû ya gelên din yên Îranê bo Kurdistanê û îhsaskirin bi hewcehiya hebûna pêwendiya di navbera tev pêkhateyên Îranê digel xelkê Kurdistanê, ji dîtingeha Birêveberiya Hizbê ve destkevteke din a vê serhildanê ye ku, di vê pêwendiyê de tex û qatên xelkê yên li hundrî welat, partiyan erkdar dike bona mifahwergirtin ji derfetan.

Navenda Birêveberiya Hizbê pêka beşdariya xuya û dana xisarek zêde ya xelkê Kurdistanê di serhildanê de ji aliyekê û siyaseta serkevtin û şerfirotina Komara Îslamî li hember xelkê Kurdistanê û partiyan, tevî bilind nirxandina  rola Kurdistanê û giraniya aliyên siyasî, komek erk û rasparde bo organ û navendên Hizbê dest nîşan kir ku, di rewta berdewambûna serhildanê de hewce ye li ser wan kar bê kirin.

Di beşek din a vê kombûna Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, rapora karê beşek ji navendên Hizbê ji aliyê berpirsan ve ji birêveberiya Hizbê re hat pêkêşkirin ku, tevî  lêkolînkirinê, erk û tekoşîna organên Hizbê bitaybet yên piştî êrîşên mûşekî yên Komara Îslamî yên li dijî binkeyên Hizbê, bilind nirxandin.