Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê di daxuyaniyekê de kuştin û binçavkirina xelkê şermizar kirin

19:56 - 10 Kanûna pêşîn 2022

Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê daxuyaniyek belav kirin û di daxuyaniya xwe de bas ji kuştin û serkutkariya rejîma Îranê kirin û ragihandin wilayeta nabiheq a feqî azar û îşkenceya neteweyên Îranê bi taybet Kurd û Belûçan dide û herwisa terorîstên Komara bi nav Îslamî ji kuştin û talankirina kesên siyasî û medenî û mamosteyên olî û xelkê bê tawan bê şermane li şeqaman bi awayekî dirindane berdewam e.

Di beşek din de ragihandine ku di heyama 3`ê mehên derbasbûyî de xelk li ser şeqamanin û daxwaza mafê xwe ku pêka ayîn û yasayên navnetewî rewayet heye, lê, pasdarên rejîmê bi guleyan bersiva wan didin û wan binçav dikin û kesayetiya wan teror dikin û …. Hwd, ku ev yek nayê qebûlkirin û hewceye ku civaka navnetewî bêdeng nebe û piştevaniyê ji xelkê Îranê bike û karyarên rejîmê şermezar bike.

 Di dawiyê de ragihandine, em weke mamosteyên olî piştevaniyê ji serhildana xelkê bi şeref dikin û rê nadin kû bêrêzî bi xelkê û mamosteyên olî bê kirin ji aliyê rejîma Îranê ve, û herwisa ji mamosteyên olî yên Kurdistanê daxwaz dikin ku, bi tebayî û yekîtiyek zêde mil bi milê xelkê serhildayî yên welat pêngavan havêjn û heta dema herifîna rejîma Îranê û rê ji pîlanên rejîma Îranê ku bo tirisandina xelkê her karekî dike bigirin.