Li gor vîdiyoyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, duh şev 19ê Sermawezê, xelkê azadîxwaz li 6 tax û bajarokên Tehranê, Sine, Îsfehan, Ehwaz, Tewrêz û Reştê rijiyane ser şeqaman û xwenîşandan kirin.
Li şeqama Setarxan ya bajarê Tehranê, ew cihê ku Muhsên Şikarî bi tohmeta girêdana wê û lêdana besîciyekê hatibû îdamkirin, xelkek zêde bo sêyemîn şev hatine wir û li dijî rejîmê silogan dan.
Li taxa Setarxanê xelkê siloganên mirin bo Xamineyî, mirin bo dîktator, Besîcî, Spahî, DAIŞiyê me hûn in û biherife ew rejîme, dan.
Li şehreka Çîtger, taxa Cenetabad, taxa Ariya Şehir û Sadiqiye xelkê azadîxwaz rijiyane ser şeqaman û li dijî herifîna rejîmê silogan dan.
LI taxa Sadiqiyê ya Tehranê azadîxwazan çendîn benêrên rejîmê şewitandin.
Li Kerecê jî xelkek zêde bi nîşaneya nerizayetiyê nêzî çendîn demjimêran rêpîvan kirin û bi sedan kes bi hev re li ser şeqaman bûn.
Li bajarê Rûdsera Gîlanê xelkê azadîxwaz bi hilkirina agir li ser şeqaman û dana siloganan li dijî rêberê rejîmê heta direngiya şevê li ser şeqaman bûn.
Li bajarê Ehwaz, Tewrêz, Îsfehan, Reşt, Gîlan û çendîn bajarên din jî, duh şev xwenîşandana azadîxwazan li dijî rejîmê hebû.
Li taxa Hesen Ava ya bajarê Sinê, komek ji ciwanan bi hilkirina mûman yad û bîra şehîd Homen Ebdullahî kirin.