Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîdên serhildana seranserî li Îran û Kurdistanê heta roja 19ê Sermawezê gihîşte 485 kesan

10:27 - 11 Kanûna pêşîn 2022

Hêrana Ajansa Nûçegihaniya komek ji çalakvanên mafê mirovî li Îranê ragihandiye ku ji 26ê Xermananê heta 19ê Sermawezê li Îran û Kurdistanê 485 serhildêr di nav xwenîşandanan de ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê ve hatine şehîdkirin ku temenê 68 ji wan di bin 18 saliyê de ye.

Her li gor Hêranayê, heta niha 18,259 kes ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Di sêyemîn meha serhildana seranserî de, hejmara bajarên serhildayî nûne bi 160 bajar û herwisa li 143 zanîngehan de jî xwendekar tevlî xwenîşandana seranserî bûne.