Hikûmeta Îraqê sîstema berevaniya esmanî ya Fransayê dê li sînorên Îraq û Herêma Kurdistanê cihgîr bike.
Cêgirê Serokê Lijneya Ewlehî û Berevaniyê yê li parlemena Îraqê “Medhî Teqî Amirî”, ji medyayên Îraqê re ragihandiye ku, sîstema berevaniya esmanî li sînorên Îraqê yên digel welatên cîran dê cihgîr bikin û niha jî ew çavnhêriya gihîştina karwana vê sîstemê ne ku li welatê Fransayê hatiye dabînkirin.
Herwisa Nûnerê Herêmê Kurdistanê yê li fermandariya operasyûnên hevpar yên Îraqê, “Lîwa Ebdulxaliq” jî, bi tekezî gotiye, eger ev sîstema han li sînorên Îraqê bê damezirandin, bêguman dê li sînorên Herêma Kurdistanê jî, bê cihgîrkirin û ev pêngaveke gelek başe bona parastina sînoran e.