Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kanadayê ji bo piştevaniya serhildana gelên Îranê xwenîşandanek hate lidarxistin

11:37 - 11 Kanûna pêşîn 2022

Li bajarê Vankovêr ê Kanadayê xwenîşandanek bo piştevanîkirin ji serhildana Kurdistan û Îranê li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê û şermezarkirina tawanên wê rejîmê bi rê ve çû.

Roja Şemî 19ê Sermaweza 1401an a Rojî, komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hevkariya netewên din ên Îranê, ji bo şermezarkirina rejîma Komara Îslamî ya Îranê, xwenîşandanek girseyî ya berfireh lidar xistin.

Xwenîşandana hezar kesî li navenda bajarê Vankovêrê bi gotina “na” bo cezayê îdamê û şermezarkirina rejîma pet û sêdare bi rê ve çû.

Kurdan û bi taybet alîgirên Hizbê bi lixwekirina cilûbergên Kurdî û hilgirtina alaya Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo xelkê Rojhilatê Kurdistanê nîşan dan.