Roja Înê 18ê Sermaweza 1401an a Rojî, Saziya Lêborîna Navneteweyî bi belavkirina raporekê ragihandiye, di meşa xwenîşandanên seranserî yên Îranê de, hêzên leşkerî û ewlehî yên rejîma Îranê 44 zarok kuştine.
Saziya Lêborîna Navneteweyî daye zanî ku 60 ji sedî zarokên ku di nav xwenîşandanên Îranê de hatine şehîdkirin, Kurd û Belûç in; 18 zarok xelkê parêzgehên Sîstan û Belûçistanê û 10 zarokên din jî xelkê parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê ne.
Di vê rapora Saziya Lêborîna Navneteweyî de hatiye, destbirina Komara Îslamî bi binçavkirina serberedayî, afirandina tirs, azardan û îşkecekirina kesûkarên zarokên ku bi teqeya neyasayî an ku di bin îşkenceyê de hatine kuştin, nîşana hovîtiyekê ye ku nayê xeyalkirin û hewldaneke xirab e ji aliyê rejîmê ve ji bo veşartina tawanên xwe.
Herwisa vê saziyê ragihandiye, belgeyên ku dest kevtine, nîşan didin ku 34 zarok bi teqeya guleyên şer bi dil û serê wan, an jî bi berketina endamê hestyar ê leşê wan hatine kuştin.
Di raporê de hatiye, aliyê kêm 4 zarokên din bi teqeya guleyên saçimeyî û di mewdaya nêz de hatine kuştin û 5 zarok jî ku 4 ji wan keç in bi sedema kûrahiya birînên bi lêxistina fîzîkî hatine şehîdkirin û keçek jî, bi berkevtina gulleya gaza rohndikrêj bi serê wê hatiye şehîdkirin.