Roja Şemî 19ê Sermaweza 1401an, li girtîgeha Duzap a ser bi Zahidanê, girtiyê Belûç yê bi navê “Ebdulvas`i Birahoyî”, temen 30 salî hate bidarvekirin.
Pêka nûçyên belavbûyî, “Ebdulvas`i Birahoyî” li sala 1397an bi tohmeta kuştina bi zanebûn li Zahidanê hatibû binçavkirin û di dadgeha Keyferî ya rejîma Îslamî de, cezaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.
Herwisa hêjayê basê ye ku, bi destpêkirina serhildana seranserî û birêveçûna xwenîşandan û girevên seranserî li seranserê Îranê bi taybet li Belûçistanê, bidarvekirina girtiyên Belûç di girtîgehên cuda yên Îranê de bi lezgînî bi rê ve diçe û ev yek bûye cihê nîgeraniyê.