Serokwezîra New Neazlandê got: Çûna 22 berpirsên rejîma Îranê yên ku di qetila “Jîna”(Mehsa)Emînî û serkutkirina xwenîşandanên seranserî yên Îranê de dest hebûne bo New Zealandê dê qedexe bikin.
Roja Yekşemî 20`ê Sermaweza 1401`an, Serokwezîra New Zealandayê “Jacinda Ardern” digel Wezîra Derveyê kabîneya xwe ragihand: “ Yaku ji bo Jîna(Mehsa) Emînî qewmî ti hincetek ji xwe nagire û New Zealand li kêlega xelkê Îranê rawesta ye, bitaybet jin û keçên wî welatî.”
Pêka vê ragihandinê, Wezîra Derve ya New Zealandê “Nanaya Mahuta”ya, ragihandin ku, Husên Selamî Fermandarê Spaha Pasdaran, Xulamreza Silêmanî Fermandarê Besîc, Husên Eşterî Fermandarê Hêza Întizamî û Mihemed Rostemî Serokê Polîsê Ewlehîya Exlaqî ya Komara Îslamî ya Îranê dê bikevin lîsteya reşa wî welatî û bi vî awayî, ew ê destûr nedin ku biçin New Zealandê û heta îzina derbasbûn ji xaka wî welatî jî tunabin.