Nûner û endamê komîteya peywendiyên derve ya parlemana Almaniyayê “Norbêrt Rotgên”, serkuta hovane ya rejîmê li Ciwanroyê şermezar kir û daxwaz kir ku navê Spaha Pasdaran a terorîst bikeve nav lîsteya girûpên terorîst ya Yekîtiya Ewropayê.
“Norbêrt Rotgên” li ser hesaba xwe ya Twîterê bi weşana dîmenek ji serhildana xelkê Ciwanroyê nivîsiye: “Li Ciwanroyê dê sala 2022an bi xwenîşandanên mezin bi dawî bibe. Rejîm ji bo mana xwe bi şêweyê herî hovane bertekê nîşan dide. Milîsên çekdar li dijî xelkê şer dikin. Ev rejîme nîşaneya terorê ye û navenda hêza wê jî, Spaha Pasdaran e ku divê bikeve nav lîsteya girûpên terorîst ên Yekîtiya Ewropayê!
Serkuta tund a xwenîşanderan li Îranê dibe sedem ku zêdetir welatên Ewropî sizayan bixine ser Spaha Pasdaran a terorîst û tê çavnihêrîkirin ku danûstandinên derheq Bercamê jî bêne rawestandin.