Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê givaş xistine ser xelkê bajarê Ciwanroyê

17:14 - 1 Kanûna Paşîn 2023

Hêzên dagîrker ên rejîmê li doma encamdana cinayetan li dijî xelkê azadîxwaz ên Kurdistanê, îro Yekşemî rijiyane nav malên xelkê bajarê Ciwanroyê û malên wan vekolîn û ciwan binçav kirin.

Pêka nûçe û zaniyariyên gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, hêzên serkutker ên rejîma Îranê roja Yekşemî 11ê Befranbarê, bajarê Ciwanroyê milîtarîze kirine û dest bi vekolîna malan û binçavkirina ciwan û nûciwanên vî bajarî kirine.

Sibêdeha roja Yekemiyê, hêzên terorîst ên Spaha Pasdaran a terorîst, çendîn caran êrîş kirine ser mala şehîd “Burhan Elyasî” û xwestibûn birayê wî yê biçûk binçav bikin.

Hêzên rejîmê givaşek gelek zêde xistine ser malbata şehîd “Burhan Elyasî” û bi wan re gotine ku nabe bêjin ku kurê wan ji aliyê hikûmetê ve hatiye kuştin.

Pêka zanyariyan roja Şemî 10ê Befranbarê, piştî serhildana xelkê bajarê Ciwanroyê, 18 kes ji xelkê vî bajarî di encama teqeya rasterast a hêzên serkutker ên rejîmê de hatine birîndarkirin ku rewşa tendirustiya 2 kes ji wan birîndaran nebaş e.