Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin binçavkirin

11:10 - 11 Kanûna Paşîn 2023

Du welatiyên xelkê bajarê Dîwanderê yên bi navên “Zahid Sulêmanî û Kawe Kerîmiyan” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û qedera wan nexuyaye.

Pêka rapora navenda Mafê Mirovî bo Rojhilatê Kurdistanê “Çav News” di berdewamiya binçavkirina xelkê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê roja Sêşemî 20ê Befranbara 1401an hêzên tepeserker yên rejîma Îranê li bajarê “Dîwander”ê mamosteyek xwandingehê yê bi navê “Zahid Sulêmanî” bi bê hebûna belgeyên yasayî binçavkiriye û navbirî bo cihek nexuya veguhastine.

Ji aliyek din ve di heman roj de, welatiyek din yê xelkê bajarê “Dîwander”ê yê bi navê “Kawe Kerîmiyan” ji aliyê hêzên îtilaata Spahê ve li wî bajarî hatiye binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastine.

Heta dema belvbûna vê nûçeyê li derheq tohmetên ku bi ser wan de hatine sepandin û cihê mana wan de ti zanyariyek ji ber dest de nîne.