Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Hêz di yekgirtinê de ye

17:33 - 11 Kanûna Paşîn 2023

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Şerq_Elewset” de got: “Li Îranê em digel rejîmeke dîktator û paremayî rû bi rû ne ku her cure azadiyekê serkut dike”.

Mistefa Hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li derheq yekgirtina her du baskên Hizbê, di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Şerq_Elewset” de got: Ev heyama salane ku em di PDKÎ de, bona bidestveanîna azadî û demokratsiyê, li dijî rejîma dîktatora Îranê xebatê dikin, lê,  mixabin heta niha xebata me bersivdar nebûye, û sebeba wê jî berbelavî û yekigirtî nebûna nav mala Kurd bûye û her ji vê dîtingehê ve rêberên her du baskên Hizbê  piştî çendîn salan ji hev veqetiyanê û bi sebeba vê ku me dixwast tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de cih û pêgha salên berê ya xwe bidestve bîne, me biryara stand ku hev bigirin, û ev yekgirtina Demokratan bû bi sebeba dilgermiya zêdedtir a rêzên me, çi li derveyî welat û çi jî li navxweyî welat de.

 Navbirî, di beşeke din a gotinên xwe de yên li derheq yekgirtin û yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê got: Her di niha de me navendeke bi navê Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistanê heye û bi kêfxweşî ve, hevpeymaniya me digel partiyên opozisyona Îranê yên din jî yên li derveyî welat de heye.

Herwisa Mistefa Hicrî got jî: Armanca me wekî PDKÎ damezrandina Îraneke federal û demokratîk û herwisa sekolar e, û bona gihîştin bi armancên xwe jî hewceye digel hemû opozisyonên dijberên desthilata Komara Îslamiya Îranê yekgirtî bin.

Navbrî li derheq cihgîr kirina sîstema federal, li Îranê de got: Xelkê Kurdistanê û herwisa hemû neteweyên din yên Îranê dibe hikûmet û desthilata bixwe hebin û di çarçêveya yasayeke bingehîn û demokratîk de li Îranê çalakiyên xwe bidomînin. Û vê dema ku hemû neteweyên Îranê, Îranê weke mala xwe dizanin.

Mistefa Hicrî, di bersiva vê pirsê de ku, “Îranî ku we weke cudaxwaz dihesibînin, de got: Ev tohmetên han berî hatina ser kar ya Komara Îslamiya Îranê ve jî, ji aliyê hikûmeta Pehlewî ve bi mebesta rû bi rû bûna digel daxwazkariyên PDKÎ hatine gorê û niha jî Komara Îslamiya Îranê, berdewamkerê wan tohmetan e û ev tohmetên han tenê bi mebesta ji vê de birina xebata şoreşa azadîxwazî ya gelê Kurd di çarçêveya Îranê de ye”, ji aliyek din ve jî, hinceteke bona sepandina cezayên giran li ser çalakvanên PDKÎ de û herwisa xelkê Kurdistanê di dadgehên nedadperwerên Komara Îslamî de ye û me û ti Hizbeke naskirî yadin a Kurdistanî daxwaza cuda bûn ji Îranê nekiriye.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li derheq pirsa alitirnatîf û cêhgirê desthilata niha ya Îranê de got: Mixabin hinek rêkxiravên siyasî yên totalîter wisa dizanin ku, bi tena serê xwe dikarin Komara Îslamiya Îranê biherifînin û hikumeteke bi xwast û daxwaziyên xwe ava bikin,  lê, dibe hemû ev hêzên siyasî yên dijberên Komara Îslamiya Îranê bi pletformeke hevpar digel yek alîkarî bikin û vê şoreşê di çarçêveya daxwazkariyên gelên Îranê, ber bi pêş ve bibin.

Navbirî, li derheq rewşa niha ya Îranê herwisa got: Di niha de xala bihêz a vê şolreşa seranserî ku li Kurdistanê destpê kir û hemû Îran ji xwe girt, eve ku vê carê hemû gelên Îranê yekdeng û yekdest li hemberî Komara Îslamiya Îranê sekinîne û daxwaza mafên xwe yên dest biserde hatinî girtin dikin.

Mistefa Hicrî li derheq paşeroja wan serhildanên gelên Îranê de got: Heta vê dema ku şoreşa xelkê bi awayek yekgirtî ber bi pêş ve neçe, egera vê yekê heye ku Komara Îslamî bikare bi serkut û kuştina zêde ya xelkê bo heyamekê agirê vê şoreşê wemirîne, lê, bona berdewam bûna vê şoreşê du xal pir girîng in, yekem opozisyona azadîxwaz û demokratên Îranê dibe di bernameyeke hevpar de wî xelkî rêberî bikin, duyem dibe xelk xweragir bin û şeqaman ber nedin, ji ber vê ku herifandina Komara Îslamî hewcehî bi berxwedaniyeke zêde heye.

Mistefa Hicrî li derheq dewr û rola jinan di vê serhildanê de bitaybet jinên Kurdistanê de got: Jinên Kurdistanê di demên yekem yên vê serhildanê de, hevdeng digel jinên Îranê li dijî hikûmet Komara Îslamiya Îranê derkevtin li ser şeqaman û niha jinên gelên Îranê bitaybet jinên Kurdistanê li serkutkirinên hêzên rejîmê natirsin, û ez li ser vê baweriyê me ku jin ji berê çalaktir li dijî Komara Îslamî disekinin û daxwaza mafên xwe dikin.

Navbirî di berdewamiya gotinên xwe de li derheq êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê li ser binkeyên PDKÎ de got: Rejîma Îranê nikare bi mûşekbarankirina binkeyên me dengê Partiya Demorkat a Kurdistana Îranê û hemû partiyên siyasî yên din yên navxweyî Îranê bifetisîne.