Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endameke Partiya Demokrat koça dawiyê kir

17:54 - 11 Kanûna Paşîn 2023

Endam û dosta dilsoz a PDKÎ Gulendam Geylanî keça Seyîd Fehîm Geylanî, xwîşka Seyîd Elî Geylanî koça dawiyê kir.

Malbata Gulendam bi dirêjahiya şoreşên li pey hev yên gelê Kurd de beşdar bûye, wan piştî şoreşa Şêx Ubeyîdula Nehrî hatine Rojhilatê Kurdistsanê, lê, digel hemû derbiderî û malwêraniyekê ku ji bo wan dihat pêş, ti carî bê hêvî nebû, baweriyeke zêde bo serkeftin û mafên gelên zilm lêkirî hebûn. Gulendam di malbateke wisa de perwerde bibû ku her bi wî serdemî de ti carî li hember dijmin û neyarên Hizbê bê deng û bê hewlest nedibû. Ew yek ji kesayetiyên herî dilsozê Hizbê bû li navçeya Tirgewer bû, xwedêjêrazî xelkê gundê Gocar a ser bi navçeya Tirgewera ser bi Urmiyê bi sedema nexwasiyê û bi temen bûnê koça dawiyê kir. Birayê Gulendamê Seyîd Elî Geylanî, kesayetiyê xuya yê navçeya Mirgewer her li destpêka şoreşê li Kurdistanê tevlî refên Hizbê bibû, piştî çendîn caran şewtandina mala wan li gundê Rezgeya ser bi navçeya Mirgewer, li ser îzina Hizbê bi sedema bi temen bûnê û nesaxiyê rûnişt, lê, heta dema koça dawiyê her endam û yek ji stûnên bihêz yê Hizbê bû, malbata Geylanî dilsozê Hizbê û neteweparêz bû.

Mala Gulendamê cihê bêhnvedana pêşmergeyan bû, di xweşiyên Hizbê de kêfxweş û di nexweşiyan de xembar dibû. Lê, hertim xwedî moral bûn, xelk han dida da ku tevlî Hizb û şoreşê bibin. Di heyama wan salên dawiyê de tevî vê yekê ku hem nexweş bû û hem jî bi temen bû, lê, çendîn caran seredana berpirsên Hizbê kirbû û bi dîtina pêşmergeyan dilxweş û şad dibû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbata Gulendam Geylanî û xwe şirîkê vê xema wan dizane.