Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişdariya Saziya Lêborîna Navnetewî ji rejîma Îslamiya Îranê re

10:11 - 12 Kanûna Paşîn 2023

Saziya Lêborîna Navnetewî di daxuyaniyekê de îdamkirina Mihemedmedî Keremî û Mihemed Husênî şermezar kir û hişdarî da ku Mihemed Qobadlû û hin girtiyên din jî metirsiya îdamkirina wan heye.

Herwisa Saziya Lêborîn a navnetewî ji rejîma Îranê re li derheq îdamkirina girtiyan hişdarî da û xwast demldest vê kiryarê bide sekinandin.

Dîwana Bilind rejîmê 10 rojan berî niha cezaya îdama Mihemed Qobadlû ciwanê temen 22 salî pejrand.

Herwisa rayedarên rejîma Îranê, di heyama hefteyên derbasbûyî de, cezayê îdamkirina 5 girtiyên din yên li derhreq xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê ragihandiye.

 “Diyana El _ Tihawî” Cêhgira Ofîsa Rojhilata Navîn û Bakûrê Afirîkayê li Saziya Lêborîna Navnetewî de di vê derheqê de got: Tekeziya rayedarên Îranê li ser komkujiya xwenîşanderan nefret e.

Navbirî di berdewamiyê de got: Rayedarên Îranê bi awayek tund li pey dawî anîn bi xwenîşandanan in û bi drustkirina tirsê di nav xelkê, desthilat kîp girtine.

Navbirî tekez jî kiriye ku, îdamkirinên berdeyî yên Mihemedmehdî Keremî û Mihemed Husênî di çend rojên derbasbûyî de dide pejrandin ku rayedarên rejîma Îranê çawan ji cezayên îdamkirinê weke çekê  bona serkutkirinê mifahê jê werdigirin.