“Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê, “YZAKA” roja Çarşemî 21ê Befranbarê, di peyamekê de piştevaniya gotinên “Pap Feransîs” Rêberê Katolîkên cîhanê kir û sipasiya helwêstên erênî yên wî li derheq bidarvekirina ciwanên Îranê bi destê cinayetkarên Komara Îslamiya Îranê kir.
Di beşek vê peyamê de hatiye: “ Bi vê sedemê Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê, bi nûneratiya tev zanayên sunî meseb yên Kurd û Îranî, piştevanî ji gotinên Pap Feransîs û helwêsta wî ya mirovane dike û hêvîdarin ku hertim piştevanê azadîxwazên li dijî dîktatorî û terorîstan be.”
Di heyamên derbasbûyî de “Pap Feransîs” di hevpeyvînekê de bidarvekirina xwenîşanderên Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve ku bi awayekî ne mirovanê encam dide, şermezar kir.