Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexuyabûna çarenivîsa sê welatiyên Kurd di girtîgeha Dîzilabada Kirmaşanê de

10:35 - 12 Kanûna Paşîn 2023

Sê welatiyên Kurd yên bi navên “Mihemed Weledbêygî, kurê Nê`imet, Ariyan Rizayî yê kurê Celîl û Hêja Silêmanî yê kurê seyîd Kerîm û xelkê gundê “Nûriyaw” yê ser bi bajarê Pawe, di girtîgeha Dîzilabada bajarê Kirmaşanê de, qedera wan nexuya ye.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê belav kiriye, ev her sê ciwanên Kurd di dema binçavkirinê de ji bo wergirtina îtirafên bi zorê ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî îşkenceya tund hatine.

Ew sê welatiyên Kurd di dema binçavkirinê de ji destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe bêpar bûne.

Heta niha malbata wan sê welatiyan çend caran ji bo zelalbûna qedera kurên xwe seredana binkeyên ewlehî kirine, lê, ti bersivek rohn ji wan re nehatiye dan.

Roja Yekşemî 10`ê Befranbarê, ew sê welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo girtîgeha Kirmaşanê hatine veguhastin.