Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 500 çalakvanên zanîngehî û medenî, daxwaza sekinandina îdamkirinan li Îranê kirine

10:52 - 12 Kanûna Paşîn 2023

Di nameyekê de ku zêdetir ji 500 çalakvanên zanîngehî, siyasî, medenî, mafê mirovî, rojnamevan û girtiyên siyasî yên berê û yên niha binçavkirî, ji rejîma Îranê daxwazkirin da ku îdaman bide sekinandin.

Di nameya wan çalakvanan de ji rejîma Îslamiya Îranê hatiye daxwaz kirin ku bi lezgînî, sepandina cezaya îdamê, cibicîkirina cezaya îdamkirina beşek ji xwenîşanderên binçavkirî û tundûtîjiya sîstematîk bisekinîne û rêz ji krameta hevwelatiyan bigire û canê wan biparêze.

Herwisa di vê nameyê de hatiye: “Standina canê ciwanên nerazî ku nîşandana nerizayetiya wan û heta bi tawan nasandina beşek ji reftarên wan di meşa serhildanê de, bertek nîşandaneke wan li hember reftara nedadperwerane û cudahî danînên gelek zêde ne, û vijdana giştî ya Îraniyên dadperwer bi tundî azar dide.

Kesayetiyên wek “Ebdulelî Bazergan, Merziye Mêhrefiza, Îmad Behawer, Mistefa Taczarê, Mihemedriza û Hemîdriza Celalîpûr, Ebulfezil Qediyanî û Merziye Mortazî, jî navê wan di lîsteya wajokerên vê nameyê de ye.