Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Zahidanê sê kes ji hêzên rejîma Îranê hatin birîndarkirin û kuştin

11:01 - 12 Kanûna Paşîn 2023

Di şer û pevçûneke çekdarî de sê kes ji hêzên rejîmê li binkeya leşkerî ya “Şemendeferî” a Xincek a ser bi Zahidanê hatin birîndarkirin û kuştin.

Pêka rapora Kempeyna Çalakvanên Belûç, şeva Çarşemî 21`ê Befranbara 1401`an a Rojî(11`ê Kanûna Paşîna 2023`an), di êrîşek çekdarî bo ser binekya leşkerî ya hêzên întizamî yên rejîmê li rawesteghea Şemendferî a Xincek a li Zahaidanê de, kesek bi navê “Yeqûb Dehmerde” hat kuştin û du kesên din yên bi navên “Mihemed Qiyamî û Husên Pars Kiya” birîndar bûne.

Herwisa “Mihemed Qenberî”Fermandarê Hêza Întizamî yê rejîmê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di vê pêwendiyê de gotiye, di êrîşa çekdarî ya bo ser binkeya hêzên Întizamî ya li rawesgeha Şemendeferî a Xincek a li Zahidanê, serbazek bi navê “Yeqûb Dehmerde”, bi sebeba kûrahiya birînan hatiye kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.