Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daily Mail: Rayedarên Komara Îslamiya Îranê li ser vê baweriyê ne ku kontrola li ser zanîngehan ji dest dane

10:23 - 2 Kanûna Paşîn 2023

Rojnameya Birîtanî ya “Daily Mail”, nivîsiye, pêka belgeyên ku di navbera hêzên ewlehî yên Komara Îslamî de hatine veguhastin, rayedarên Komara Îslamiya Îranê gihîştinê vê baweriyê ku êdî kontrola zanîngeha ji destê wan de derkevtiye.

Herwisa pêka wan belgeyan rayedarên Komara Îslamiya Îranê, xwandekar weke, “îlham dana bi xwenîşandanan” nîşan didin.

Rojnameya “Daily Mail”, ku nexwastiye nasnameya xwandekarên birêveberên xwenîşandanan eşkere bike nivîsiye, belgeyên han nîşan didin ku, “berxwedaniya xwandekaran zêdetir ji yaku hizr dikin hatine rêkxistinkirin”.

Rojnamey “Daily Mail” nivîsa xwe wiha berdewam kiriye,  çalakiyên girûpên xwandekarî berfrehbûne û armancên mezintir dipêkin ku, niha ji çekên dest çêkirî yên weke, “Koktil û Molotof” an jî, madeyên teqînê bona azar dana hêzên ewlehî yên rejîmê ku xwenîşanderan serkut dikin, mifahê werdigrin.

Çalakiyên girûpên berxwedanî yên xwandekaran, bi destpêkirina şoreşa nû ya bi navê “ Şoreşa Jîna Emînî” ku nêzî 4 mehan beriya niha di astek pir piçûk de destpê kiriye, çalakiyên wan yên weke, parçe parçe kirina benêrên rêberên rejîmê û fermanderên Spaha Pasdarana terorîst û nivîsîna siloganan li dijî rejîmê li şeqaman û kolanan de bû, lê, niha bûne girseyî û seranserê Îranê ji xwe girtiye.