Welatiyekî Kurd ê bi navê “Keyvan Emînîtevekol” û temen 42 salî û xelkê bajarê Baneyê, li sibêdeha roja Pêncşemî 22`ê Befranbarê, li girtîgeha bajarê Erakê hat îdamkirin.
“Keyvan Emînî” di 4`ê Xezelwera sala 1399`an a Rojî de bi tohmeta “beşdarî û vegihastina madeyên hişber” ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û her bi vê tohmetê di taya 1 a binav dadgeha Şoreş a bajarê Erakê de, cezaya îdamkirinê li ser wî welatiyî de sepandibûn.
Ew welatiyê Kurd ku xîzandar e û zarokek heye, çend rojan berî îdamkirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha Erakê hatibû veguhastin.
Her di vê derheqê de li roja Çarşemî 21`ê Befranbarê, welatiyek ku navê wî bi “Mîlad Aşûb” hatiye belavkirin, bi tohmeta “qetil”ê di girtîgeha “Lakan” a bajarê Reştê de hatiye îdamkirin.