Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê hevpeymanên siyasî yên Îranê, piştevanî li binçavkiriyên şoraşa seranserî kirin

12:04 - 12 Kanûna Paşîn 2023

Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê, Hevpeymanî bo Azadî û Beranberî li Îranê û Kongireya Neteweyên Îrana Federal, piştevanîkirina xwe  li binçavkiriyên şoreşa seranserî ragihandin.

Roja Çarşemî 21`ê Befranbar a sala 1401 a Rojî, sê hevpeymaniyên siyasî yên Îranê, Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê, Hevpeymanî bo Azadî û Beranberî li Îranê û Kongireya Neteweyên Îrana Federal, bo piştevanîkirin li binçavkiriyên serhildana seranserî ya gelên Îranê li dijî rejîma Îslamiya Îranê, ragihandin, di 4emîn meha şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” dijî rejîma Îslamiya Îranê de ne, şoreşek ku jin pêşrewê vê ne, rejîma Îranê hejandiye û bi tevahî tirs xistiye dilê rejîma Îslamiya Îranê û cîhan ji cinayetên rejîma Îranê agehdar kiriye û hitbareke dîrokî bo gelên Îranê tomar kiriye.

Herwisa di berdewamiyê de gotine ku rejîma Îranê û bi taybet “Elî Xamineyî” yê cinayetkar, bi kuştina bikom û hovane ya 100an kes ji kur û keçên şoreşger ên gelên Îranê, zarok û dayîkên wî welatî, binçavkirina 20 Hezar kes ji xortên hêja yên gelên Îranê, dixwaze vê şoreşê serkut bike, lê, neku her nayê serkutkirin, belku zêdetir geşê dike û berfirehtir dibe.