Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cêyms Kilêvirlî: “Rejîma Îranê rejîmek hov e ku ti rêzekê li jiyana mirovan nagire”

16:49 - 12 Kanûna Paşîn 2023

Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê “Cêyms Kilêvirlî” piştî sepandina cezaya îdamkirinê li ser Îraniyê du nasnameyî yê Birîtaniyayê “Elîriza Ekberî” daxwaza azadkirina lezgîn a navbirî kir.

Piştî sepandina cezaya Îdamkirinê ser “Elîriza Ekberî” ku him nasnameya Îranî û him j’ nasnameya Birîtaniyayî heye, Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê “Cêyms Kilêvirlî” tevî daxwaza azadkirina lezgîn a navbirî, sepandina cezayê wiha bi tundî şermezar kiriye û rejîma Îranê bi rejîmeke hov binav kiriye ku ti rêzek li jiyana mirovan nagire.

Binav Dezgeha Dad a rejîmê, “Elîriza Ekberî” ku cihgirê Wezîrê berê yê Berevaniya rejîmê “Elî Şemxanî” bû, bi tohmeta sîxurî bo navendên ewlehiya Birîtaniyayê, cezaya îdamkirinê li ser sepandiye.

Wezareta Îtila`ata rejîmê îdia dike ku “Elîriza Ekberî” bi sedema pêgeha xwe destpêragihîştin bi zaniyarî û belgeyên girîng hebûye û bi rêya hebûna pêwendiyan digel çend piledarên ewlehî yên Birîtaniyayê ew zaniyarî û belge bi zanebûn û çendîn caran veguhastine.