Bi sedema kalîteya xwarê ya maşînan di Îranê de û xirabiya rê û banên parêzgeha Urmiyê di heyama 9 mehan de zêdetir ji 532 kesan li bûyerên hatinûçûnê di rêyên bajarî û derveyê bajarên parêzgeha Urmiyê de canê xwe ji dest dane.
Birêveberê Pizîşka Yasayî ya parêzgeha Urmiyê, “Mûsa Edîbfer” li hevpeyvînekê digel malperên ser bi rejîmê ragihandiye: “Di 9 mehên borî de 7,492 mêr û 3,161 jin bi sedema bûyerên hatinûçûnê birîndar bûne û seredana navendên pizîşkî yên parêzgeha Urmiyê kirine.
Navbirî amarek ji bûyerên xendiqîn, berqgirtin û jehrî bûn bi gaza Monokisîdê di parêzgeha Urmiyê de daye ku ev jî wiha ye: Di heyama 9 mehên borî de 44 kes ku 38 ji wan mêr bûne bi sedema xeniqînê canê xwe ji dest dane, û 20 kes bi sedema berqgirtinê canê xwe ji dest dane û 18 kes jî bi sedema jehrî bûn bi gaza Monokisîdê bûne qurbanî.