Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raphael Grossi: Lihevkirinên zindîkirina Bercamê gihîştine binbestê

10:22 - 13 Kanûna Paşîn 2023

Roja Pêncşemî 22`ê Befranbara 1401`an (12`ê Kanûna Paşîna 2023`an) “Raphael Grossi” di hevpeyvîn digel malpera “Vatîkan News” de got: Herçawan ku Pap Fransîs gotiye, lihevkirinên bo zindîkirina Bercamê gihîştine bi bestê.

Grossi di berdewamiyê de got: Du rêyên hevterîp hene, rêya yekem, lihevhatina giştî ya zindîkirina Bercamê ye û herwisa lihevkirinên du alî yên dinavbera Îran û Ajansê de ye, lê, me nekariye ti pêşkevtinek wisa di wî warî de hebe û hevdem Îran di halê pêşkevtina navkî de ye û ev yek jî cihê nîgeraniyê ye bona meyandina Uranyomê û berfrehkirin û çê kirina satîfyojan.

Navbirî got: Pêngavên ku Îranê dihavêje, bo berfirehkirin çekên navkî ye û dibe em pêşî jê bigirin.