Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdulhemîd: Belûç di rêza yekem a îdamkirinê di welat de ne

10:39 - 13 Kanûna Paşîn 2023

Melewî Ebdulhemîd pêşnmêjê Înê yê mesebê sunî li Zahidanê di civînekê de ligel serokên eşîran, bawermend, alim û akademîsyenên bajarên Zahidan û Xaşê got: “Daxwazên sereke yên ku wî ji serokên hikûmetê kirine, berî her tiştî daxwazên netewî û daxwazên hemû gelê Îranê ye."

Herwisa Ebdulhemîd diyar kir ku, ev 43 sal in civaka sune rastî cudahîdanînê tê û bûyera vê dawiyê ya Zahidanê jî ku, tê de nêzîkî 100 kes hatin kuştin û nêzîkî 300 kes jî birîndar bûn, encama cudahî danînê ye.

Wî herwisa tekez jî kir: Gelê Belûç pileya yekem a bidarvekirinê di welat de heye û hemû pêyrewên mesebê suniyên welat tûşî cudahî û encamên wê dibin.

Di dawiyê de, Evdulhemîd di vê civînê de got ku, ew amade ye (bi hikûmetê re) danûstandinan bike, lê, ewê bi kesekî ku "hêz û şiyana wî heye" ji bo çareserkirina pirsgirêkan dê biaxive.