Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du çalakvanên medenî bi danîna barimteyên giran hatin azadkirin

11:05 - 13 Kanûna Paşîn 2023

Du çalakvanên medenî yên Kurd û xelkê bajarê “Pîranşar”ê ku li girtîgeha bajarê “Nexed”ê  de bûn, bi danîna barimteyên giran hatin azadkirin.

“Qadir Paknehad” çalakvanê medenî û xelkê bajarê “Pîranşar”ê ku li roja 21ê Xezelwerê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin çend roj beriya niha bi danîna barimteya 9 miliyard Tumenî bi awayekî demkî li girtîgeha bajarê “Nexed”ê hat azadkirin.

Navbirî di destpêka binçavkirinê de bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Herwisa di heyama binçavkirina xwe de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Ji aliyek din ve “Xidir Mihemedî” çalakvanê medenî, û xelkê bajarê “Pîranşar”ê bi danîna barimteya 400 miliyon Tumenî heta dema dadgehîkirinê bi awayekî demkî ji girtîgeha bajarê “Nexed”ê hat azadkirin.

Navbirî di roja 4ê Sermawezê, ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Herwisa ew çalakvanê Kurd di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.