Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 700 kesayetiyên wêjeyî û çandî yên cîhanê daxwaza sekinandina lezgîn a îdamkirinan li Îranê kirine

11:13 - 13 Kanûna Paşîn 2023

Zêdetir ji 700 kesayetiyên wêjeyî, hunerî û çandî yên cîhanê tevî daxwaza sekinandinan îdamkirinan li Îranê, ji rêkxiravên navnetewî, kesayetiyên çandî û navendên mafê mirovî daxwaz kirin ku rê ji doma karê dezgeha dad a Îranê bigrin.

Di nameyeke servekirî de ku zêdetir ji 700 kesayetiyên çandî, hunerî û wêjeyên cîhanê yên wek nivîskarên navûdeng ên Amerîkayê “Pol Awûstêr, Sîrî Hûstwêt û Çarlz Birênstiyên”  û nivîskarên endam ên tayên Encûmena Cîhanî ya “Pên” a Alman, Feranse, Danmark, Norwêj û Fînlendê ên wekî serokê Encûmena Danmark û Norwêjê “Katrîn Hisê û Karstê Lokin Êstram” di roja 22ê Befranbarê de belav kirine û tevî şermezarkirina serkut a hovane û berfireha hikûmetî li ser metirsiya îdamkirinên ser canê çendîn kes ji serhildêrên binçavkirî tekezî kirine.

Di vê nameyê de, bi tekezî hatiye gotin: “Komara Îslamî ku pêngavek bilind bo standina mafê jiyana neraziyên xwe hilgirtiye, û tenê di rewşekê de bivêriya birêvebirina vê kiryarê heye ku, ji aliyê navendên navneteweyî ve ti berpirsiyaretiyekê seh neke”.