Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûn û nebûna gazê di Îran û Kurdstanê de bûye kirîzek micid

11:59 - 13 Kanûna Paşîn 2023

Pêka nûçe û zanyariyên hatinî belavkirin kêmbûn û nebûna gazê li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûye pirisgirêkek micid bo ser jiyana xelkê.

Her di vê derheqê de heta niha çendîn navendên belavkirina gazê li bajarên weke “Meşhed û Gîlan”ê hatine daxistin û herwisa hin ji karbidestên rejîmê ragihandine ku egera vê yekê heye ku bi sedema nebûna gaza malan xelk carek din neçar bin ku ji kepsûlan mifahê werbigirin, û eva jî di halekê de ye ku kepsûl jî di niha de dest nakevin.

Kirîza nebûna gazê di bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de di astekê de ye ku zêdetir ji 16 Hezar îdareyên rejîmê yên weke xwandingeh, navendên berhem anînê hatine daxistin.

Herwisa li çendîn navendên pîşeyî yên rejîmê bona karkirinê mazotê dişewitînin ku eva bixwe metirsiyeke bo ser jîngehê.

Îran weke duyemîn welat di warê hebûna gazê di cîhanê de ye lê, di niha de bi sedema gendelî û diziya karbidestên rejîmê rewşa jiyana xelkê di demsala zivistanê de asteng bûye, û ya herî balkêş eva ye ku karbidestên rejîmê bi cihê çareserkirina vê pirisgirêkê ji xelkê daxwaz dikin ku kincên zêdetir bikin li xwe bikin!