Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mirina biguman a Elî Nezerî girtiyê xelkê Krimaşanê

10:52 - 2 Kanûna Paşîn 2023

Elî Nezerî ciwanê temen 21 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê, ku di xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de di meha Sermawezê de, ji aliyê hêzên serkutker yên Komara Îslamiya Îranê ve hatibû binçavkirin hefteyet piştî azadbûnê, bi awwayek biguman canê xwe ji dest da.

Di vîdyoyekê ku li ser torên civakî belavbûye, kurmamê wî dibêje: “Elî Nezerî ku li destpêka meha Sermawezê de ji aliyê hêzên serkutker ve hatibû binçavkirin, hefteyek piştî azadbûnê û bi bê hebûna ti nexweşiyekê di xevê miriye, û pîzişkan gotine ku, dilê wî rawestaye, niha em nizanin di girtîgehê de çi dermanek pêdane xwarin ku, çend rojan piştî azadbûnê wiha bi bê hebûna ti nexweşiyekê canê xwe dest daye”.

Herwisa kurmamê “Elî Nezerî dibêje: Bila her kes bizane, wî ti nexweşiyek tunebûye û mirina wî guman li ser e, bila girtiyên ku niha di girtîgehan de ne piştî azadbûnê berdewam bona kontrola saxlemiya xwe seredana pîzişkên taybet û cihê baweriyê bikin.”