Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya bi hewlên micid dixwaze navê Spaha Pasdaran li lîsteya rêkxiravên terorîstî zêde bike

12:09 - 13 Kanûna Paşîn 2023

Hevdem digel welatên “Swêd, Ukrayn û Kanada”yê Birîtaniya jî, bo zêdekirina navê Spaha Pasdaran li lîsteya rêkxiravên terorîstî û neçarkirina rejîma Îranê bo bersivdan li derheq lêdana balafira Ukraynê, hewlên micid dest pê kirine.

Birîtaniya tevî vê hewla micid bo neçarkirina rejîma Îranê bo bersivdan li derheq dosyeya lêdana balafira Ukraynê û veguhastina vê dosyeyê bo “Dadgeha Navnetewî ya Lahe”yê, hewlên micid bo xistina navê Spaha Pasdaran a terorîst li lîsteya rêkxiravên terorîstî dide ku di xistina xwarê ya balafira Ukraynê de rola bingehîn hebûye.

Di vê derheqê de Cihgirê Parlemenê yê Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê li Karûbarên Ewropa û Asiyaya Navendî, “Lêo Doçrêtî” gotiye: “Birîtaniya bi awayekî çalak û micid mijûlî lêkolîn li ser sepandina dorpêçan bo ser Spaha Pasdaran wek rêkxiravek terorîstî ye, lê, me hêj biryara dawî nedaye”.