Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qorve: Enwer Elîpenahî ji aliyê hêzên serkutkar ve hat revandin

16:22 - 13 Kanûna Paşîn 2023

Hêzên serkutkar yên kinc şexsî yên rejîma Îranê Enwer Elîpenahî çalakvanê medenî yên xelkê bajarê Qorveya ser bi parêzgeha Sine li cihê kar de bi lêdan û îşkencekirinê rewandin.

Ev çalakvanê medenî bo cara sêyeme û bi bê hebûna belgeyên dadweriyê ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma dîktator ve tê binçavkirin.

Enwer Elîpenahî çalakvanê medenî di heyama mehên derbasbûyî de, tohmeta belavkirina banghêjiyê û beşdarîkirin di meşa xwenîşandanên seranserî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, li taya yek ya dadgeha Şoreşa bajarê Qorve bi serokatiya dadewer Bêyglû hatiye cezakirin lê, bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Heta niha bidûreçûna malbata wî bona agehdar bûn li cih û qedera wî bê encam bûye.

Hêjayê baskirinê ye ku, Nêgîn Muradî hevjîna Enwer Elîpenahî jî, li rêkevtina 18`ê Sermawezê bi tohmeta “propagende li dijî nizamê”, sê meh girtîgeh bi ser de sepandine.