Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyên Belûç îro carek din hatine ser şeqaman

16:48 - 13 Kanûna Paşîn 2023

Di berdewamiya serhildana hevwelatiyên Belûç li dijî rejîma Îranê îro piştî nimêja Înê xelkê azadîxwaz bi gotina siloganên dijî Xamineyî û desthilata wî rijiyane ser şeqaman.

Îro Înê 23ê Befranbarê xelkê azadîxwaz yên Belûç li bajarên Belûçistanê di berdewamiya serhildanên dijî rejîmê piştî nimêja Înê bo piştevanîkirin ji mamosta “Ebdulxefar Neqişbendî û Ebdulhemîd” û bersivdan bi gefên bikirêgirtiyên rejîmê hatine ser şeqaman û siloganên weke: “Mirin bo Xamineyî”  “Kurd û Belûç birane û li şeqamane hate herifîna rejîmê” dan.

Herwisa ji aliyek din daxwaz kirin kesên ku di cinayeta Îna bixwîn ya Zahidanê de dest hebûne ji aliyê xelkê ve bên ceza kirin.

Li piraniya bajarên Belûçistanê yên weke: “Rasik Duzap, Zahidan” û çendîn bajarên din yên wê parêzgehê xelkê bêzar ji rejîmê li ser şeqaman bûn.

Herwisa jinên azadîxwaz yên Belûç jî carek din weke berê rolek baş di vê serhildanê de hebûn û bi yekdengî li ser şeqaman bûn û li dijî rejîmê silogan dan.

Hêjayê baskirinê ye ku, hevwelatiyên Belûç bi hevre li devra mizgevta “Mekî” a bajarê zincîrek mirov çêkirin bi nîşana parastina wê mizgevtê ji gefên karbidestên rejîmê yên weke “Cewad Larîcanî” ku ew mizgevt bed nav kiribû.