Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elîriza Ekberî hevwelatiyê Îranî - Birîtanî hate îdamkirin

10:24 - 14 Kanûna Paşîn 2023

Dezgeha bi nav dad a rejîma Îslamiya Îranê ragihand ku, Elîekber Rizayî hevwelatiyê Îranî-Birîtanî û cêhgir, şiwêrmend û alîkarê berê yê Şemixanî Wezîrê Berevanî yê rejîmê bi tohmeta sîxûriyê hate îdamkirin.

Rejîma Îslamiya Îranê Elîekber Rizayî di halekê de bidar vekiriye ku, rayedarên Birîtaniya û Amerîkayê bi berdewamî daxwaza vêdebirina lezigîn a cezayê bidarvekirina Elîekber dikirin û ji hişdarî dabûn.

Dezgeha bi nav dad a rejîmê, Elîekber Rizayî yê xwedî nasnameya Birîtanî û Îranî, bi tohmeta dana hin fayil û belgeyan li derheq aloziyên di nav Spaha Pasdaran a terorîst ji Birîtaniya û Amerîkayê re, cezayê îdamkirinê bi ser wî de sepandibûn û spêdeya îro Şemî ew cezaye bi rê ve çû.

Elîekber Rizayî di heyama salên derbasbûyî de, şiwêrmend û alîkarê Şemxanî di Wezareta Berevanî û Şêwreya Bilind a Ewlehiya neteweyî ya rejîmê de bûye.