Keç û kurên wêrek û azadîxwaz yên Demokratê li bajarê “Merend”ê bi awayekî berfireh çalakiyên banghêjî yên li dijî rejîmê lidar xistin.
Pêka nûçe û zanyariyên ku gihîştine “Kurd Channel” keç û kurên wêrek û azadîxwaz yên Demokratê, şeva Pêncşemî li ser Înê 23`ê Befranbarê, li bajarê “Merend” û derdora wî bajarî bi nivîsandina siloganan li dijî rejîmê û herwisa belavkirina tiraktên banghêjiyê û peyman nû kirin digel rê û rêbaza hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê çalakiyên berfireh yên banghêjiyê lidar xistin.