Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir

10:46 - 14 Kanûna Paşîn 2023

Pêka nûçeya ku gihîştiyê “Kurd Channel” roja Înê 23ê Befranbarê “Sorgul Şekûrî” hevjîna şehîd “Ebdulah Yasînzade” û dayîka şehîd “Kerîm Yasînade” bi sedema nexasiyê li gundê “Diza Siyaweş” yê girêdayî bajarê “Urmiyê” koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Sorgul Şekûrî” li temenê ciwaniyê de bû ku hevjînê wê şehîd “Ebdula” naskirî bi “Derbas” pêşmergê PDKÎ di nava refên Hizbê de şehîd bû, û piştî şehîdbûna hevjînê xwe bi hêzrû baweriya tewav li ser rê û rêbaza hevjînê xwe ma û erkê xwedîkirin û perwerdekirina zarokên xwe girte stûyê xwe.

Piştî derbasbûna çend salan kurê xwedêjêrazî “Kerîm Yasînzade” rêya bavê xwe dom kir û bû bi pêşmerge, lê, mixabin ew jî li sala 1357an a Rojî de, şehîd bû, û tevlî karwana nemirên gel û nîştiman bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û tev xelkê niştimanperwer yên devera Urmiyê û xwe bi hevxemê wan dizane.