Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara dawî ya şehîd û binçavkiriyên serhildana nû ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê

11:18 - 14 Kanûna Paşîn 2023

Organa komek ji çalakvanên mafê mirovî ya bi navê Hêranayê daye zanîn, ji 26`ê Xermananê heta 24`ê Befranbarê, 520 xwenîşander di xwenîşandanên seranserî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine şehîdkirin ku, 70 ji wan temenê wan di bin 18 saliyê de ye.

Pêka amara “Hêrana”yê, di serhildana seranserî de, heta niha 19,400 xwenîşander ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve hatine hinçavkirin û tenê nasnameya 4,961 kesan eşkere bûye.

Herwisa “Hêrana”yê ragihandiye, heta niha 710 xwandekar di meşa xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de hatine binçavkirin û li 164 bajaran de kombûnên nerizayetî hatine lidarxistin û herwisa li 144 zanîngehan de jî kombûnên nerizayetî yên xwandekaran hatine lidarxistin.