Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji aliyekê zarokan dikuje û ji aliyê din malbatan hand dide rêjeya zarokan zêdetir bikin

11:31 - 14 Kanûna Paşîn 2023

Rejîma Îranê ku di heyama “Şoreşa Jîna”yê de heta niha zêdetir ji 70 zarokî kuştiyê, bêşermane ji malbatan daxwaz dike ku bo zêdebûna heşîmeta Îranê rêjeya zarokên xwe zêdetir bikin.

Roja Înê 23`ê Befranbarê, navendên girêdayî bi rejîma Îslamiya Îranê bi belavkirina daxuyaniyan daxwaza sekinandina rêzefîlma “Aqayê Giriftar” kirine ku bas ji dijwariyên jiyana malbatên ku zarokên zêdetir hene dike û ew yeka di halekê de ye ku di wan çend mehan de hêzên serkutker ên rejîmê tevî îşkence, lêdan û binçavkirinê zêdetir ji 70 zarokên wî welatî bi hovanetirîn şêwazî şehîd kirine.

Malbatên Îranê bi sedema kirîzên herî dijwar ên wek, abûrî, civakî, siyas û xweşderbasiyê û herwisa nebûna ti hêviyek bo paşeroja zarokan, naxawazin zarokên zêdetir hebin.