Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du sal girtîgeh bi Mehsa Ferhadî de hate sepandin

11:52 - 14 Kanûna Paşîn 2023

Keça Kurd a xelka bajarê Sinê ya bi navê “Mehsa Ferhadî” ya temen 22 salî û rûniştiya bajarê “Tehran”ê ji aliyê taya 2 a dadgeha Şoreşa Şehriyarê bi serokatiya bi nav dadwer “Behram Penahî” bi tohmeta “Têkdana ewlehiya netewî” 2 sal girtîgeh bi ser de hat sepandin.

Pêka Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, “Mehsa Ferhadî” li derheq cezayê ku bi ser de hatiye sepandin nerizayetî nîşan daye û biriyar e ku dosyeya wê bo dadgeha pêdaçûnê bê şandin.

“Mehsa Ferhadî” li cihê karkirina xwe bi sedema nebûna hicab û xavikê bi tundûtîjî ji aliyê hêzên rejîmê ve li rêkevta 4ê Xezelwerê hatibû binçavkirin.

Malbata wê piştî heyamekê bo agehbûn ji qedera keça xwe seredana navendên pêwendîdar kirin û di dawiyê de agehdar bûn ku keça wan piştî binçavkirinê bo girtîgeha “Qerçek” a “Weramîn”ê hatiye veguhastin.

Herwisa hatiye ragihandin ku, biriyar bû “Mehsa Ferhadî” bi danîna barimteya 200 miliyon Tunemî piştî 30 rojan binçavkirinê bi awayekî demkî bê azadkirin, lê tevî dabînkirina barimteyê ji aliyê malbata wê ve digel azadkirina wê dijayetî hatiyekirin.