Pêka rapora Çavedêrê Mafê Mirovî ya Sûriyê sipêdeya roja Duşemî 12`ê Befranbarê, balafirên şerker yên Îsraîlê binkeyên çekdarên Hizbullaha Lubnanê û Spaha Pasdaran a terorîst yên rejîma Îranê li Başûrê “Demişq”ê kirin armanc.
Çavedêrê Mafê Mirovî ya Sûriyê daye zanîn ku, di êrîşa esmanî ya Îsraîlê de 3ê cih li balafirxaneya navnetewî ya “Demişq”ê bûne armanc û her bi vê sedemê jî, karê balafirxaneyê sekiniye.
Herwisa hatiye ragihandin ku, tevî hebûna xisarên zêde yên malî du kesên çekdar jî hatine kuştin.
Medya û nûçigihaniyên girêdayî Sûriyê jî ew êrîşa Îsraîlê piştrast kirine.