Endam û Alîgirên PDKÎ li bajarê “Rebet”ê ser bi bajarê “Serdeş”tê, bi hilkefta salvegera avakirina Komara Kurdistanê, çalakiyeke berfireh a banghêjî li wî bajarî û gundên derdor bi rê ve birin.
Pêka nûçe û zaniyariyên ku bi malpera “Kurdistanmedia”yê, re gihîştine, Şeva Înê 23`ê Befranbara sala 1401an a Rojî, endam û alîgirên Hizba Demokrat bi hilkefta 2`ê Rêbendanê, salvegera avakirina Komara Kurdistanê, çalakiyek bê mînak a banghêjiyê lidar xistin.
Endamên bivêr û Demokrat ên devera “Rebet”ê bi belavkirina silogan û traktên taybet bi salvegera avakirina Komara Kurdistanê, yada avakirina Komara Kurdistanê bi bilind nirxand û digel Hizba xwe ya xoşewîst, tekezî li ser soza emegnasiya xwe kirin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî destxweşîkirin ji tev endam û alîgirên Hizbê li navxweyê welat, hêviya tendirûstî û selametiya bi dom li cîbicîkirina erkên Hizbî û niştimaniyê xwe dixwaze.