Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hinartina gazê ji Turkmenistanê bo Îranê hate rawestandin

16:04 - 14 Kanûna Paşîn 2023

Hevdem digel belavbûna nûçeya qutbûna hinartina gazê ji Turkemenistanê bo Îranê, bikaranîna gazê li Îranê rekurd lêda.

Birêveberê karûbarê kêşana gazê yê şîrketa gaza Îranê “Musleh Rehmanî” roja Şemî 24ê Befranbarê, bi Nûçegihaniya Fars re daye zanîn: “Roja derbasbûyî bikaranîna gaza malan gihaye bi 685 milyon metra 3cî ku eva rekurdek bêmînak a berdewamiya bikaranîna gaza malan di welat de ye”.

Di halekê de li Îranê bikaranîna gazê bi sedema sirê zêde bûye, hinartina gaza Turkemenistanê bo Îranê hatiye qutkirin.

Ji aliyek dinê ve jî, rejîma Îranê gaza çendîn parêzgehan qut kiriye û sedem jî bikaranbîna zêde a gazê daye zanîn û daye zanîn ku cihê gazê dê nefta sipî bo xelkê dabîn bike.

Her di vê derheqê de rejîma Îranê hewlê dide ku bi daxistina navendên hikûmî û dibistanan kêmbûna gazê qerebû bike, lê ev yeka bûye sedema nerizayetiya xelkê; Rejîm bûdceya welat bi cihê ku bo xweşbijîviya xelkê terxan bike, tê bûdceya saziyên terorîstî yên wek Spaha Pasdaran zêde dike da ku bikare hem xelkê Îranê baştir serkut bike û hem jî deverê nearam bike.